Erbil 38°C Saturday 15 Nov 04:20

Rêya Xelîfan û Bêxalê hatiye daxistin

parçe berdên mezin ketine ser rêyê
کوردستان TV
100%

Jiber barîna barana zêde di wan rojan de, li çend deverên curbicur yên Kurdistanê bi taybetî li cêyên bilind lehî û hezaz çê bûne.

Her di vê çarçoveyê de îro danê sibê jiber barîna baraneke bixor, berd û kevirên mezin ji çiyayê ketine xarê û di encam de rêya serekî ya di navbera Xelîfan û Bêxalê de hatiye daxistin.

Ev rêya han rêya serekî ya bo devera Soran, Rewandizê, Hac Omeran û çend deverên din yên Kurdistanê ye.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.