Erbil 38°C Saturday 15 Nov 04:13

Şandeke hikûmeta Kurdistanê li Franseyê ye

behsa mafên mirovan û azadiyan kirin
کوردستان TV
100%

Îro şandeke hikûmeta Franseyê li Parîsê li gel hin rayedarên wezareta derve ya Franseyê civiya.

Di civînê de ku nunerê hikûmeta Kurdistanê yê li Franseyê jî têde beşdar bû, behsa rewşa mafên mirovan û rewşa kemenetewên olî û etnîkî li Kurdistanê de hate kirin.

Her di heman civînê de şanda Kurdistanê diyar kir ku hikûmeta Kurdistanê hertim hewl daye daku bi rêkûpêkî maf û azadiyên tevahiya kemenetewên olî û etnîkî bêyî ti cudatî werin parastin.

Şanda hikûmeta Kurdistanê eşkere kir ku parastina maf û azadiyên kemenetewên olî û etnîkî yek ji bername û armancên serekî yê hikûmeta Kurdistanê ye.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.