Erbil 38°C Saturday 15 Nov 04:13

Mesrûr Barzanî: Kurdistan dixwaze bi awayekî piratîkî fêde ji rêkeftina steratejîkî ya navbera Amerîka û Îraqê wer bigire

tekezî li ser bihêztir kirina têkiliyên du alî kirin
کوردستان TV
100%

Îro Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya wezîrê enerjî yê Amerîkayê Rick Perry û şandeke pê re kir.

Di civînê de ku balyozê Amerîkayê yê li Bexdayê Douglas Silliman jî têde beşdar bû, behsa pêşhatên li deverê, pêşde birina têkiliyên navbera her du aliyan di her warî de bi taybetî di warê enerjiyê de hate kirin.

Di destpêka civînê de wezîrê enerjiyê yê Amerîkayê Rick Perry kêfxweşiya xwe ya li hember pêşkeftinên vê dawiyê diyar kir ku li Kurdistanê de hatine bidestxistin û behsa armanca serdana xwe ya bo Kurdistanê kir û got: Armanc ji vê serdana han pêşde birina zêdetir ya têkiliyên navbera Amerîka, Kurdistan û Îraqê ye bi taybetî di warê enerjiyê de.

Perry herwiha destpê kirina hinardina petrola Kerkûkê bi rêya boriyên Kurdistanê bo bazarên cîhanê bi pêngaveke erênî bilêz kir.

Di berdewamiya civînê de Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî spasiya hevkarî û piştîvaniyên Amerîkayê di şerê dijî terorîstên DIŞIê de kir û anî ziman ku pêşde birina têkiliyan di warên curbicur de vê xizmeta aramiyê li deverê de bike.

Mesrûr Barzanî diyar kir ku bi hevkariya hevbeşên xwe emê kar bo Kurdistaneke bihêztir û pêşkeftîtir dikin.

Mesrûr Barzanî di beşeke din ji axaftinên xwe de got: Kurdistan dixwaze bi awayeke piratîkî fêde ji rêkeftina steratejîkî ya di navbera Amerîka û Îraqê de werbigire bi taybetî di warê enerjî, abûrî û reforman de.

Derbarê destpê kirina pêvajoya nû ya di navbera Hewlêr û Bexdayê de Mesrûr Barzanî diyar kir ku em li ser giftûgo û diyalogê berdewam dibin bo gehêştin bi çareserî bo tevahiya kêşeyan.

Giftûgo kirin li ser ava kirina kabîneya nû ya hikûmeta Îraqê, pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Kurdistanê û reformên abûrî çend mijarên din yên vê civînê bûn.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.