Erbil 38°C Saturday 15 Nov 04:20

PDK û Goran civiyan

duhê jî li gel YNKê civiya bû
کوردستان TV
100%

Di çarçoveya serdanên xwe yên bo cem part û aliyên siyasî yên Kurdistanê de, îro şanda danûstandinkar ya partiya demokrata Kurdistanê (PDK) li Hewlêrê li gel komîteya cîhbicîhkar ya Goranê civiya.

Di civînê de behsa rewşa siyasî ya Kurdistanê û hewldanên heyî yên bo ava kirina kabîneya nû ya hikûmeta Kurdistanê hate kirin.

Di civînê de jî bilî mijara taybet bi ava kirina hikûmeta nû ya Kurdistanê hevdem behsa têkiliyên navbera PDK û Goranê û jinûve baştir kirina têkiliyên han li gor pêvajoyê hatiye nîqaşkirin.

Weke tê zanîn ku şanda PDKê duhê li Hewlêrê li gel şanda YNKê jî civiya bû.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.