Erbil 38°C Saturday 15 Nov 04:20

Serok Barzanî: Guhertinên mezin tên kirin

dibêje hikûmeteke bihêz tê avakirin
کوردستان TV
100%

Serok Barzanî li Dihukê beşdariya merasimek kir û di merasimê de peyvek pêşkêş kir.

Îro li Dihukê bi minasebeta salvegera dastana Zawêteyê yaku têde hêzên pêşmerge derbên dijwar li artêşa vê demê ya Îraqê dabûn, hat lidarxistin.

Di merasimê de Serok Barzanî jî amadebû û peyvek pêşkêş kir û anî ziman ku hîn jî gef û metirsiyên terorê mane lêbelê kesên ku ji derve tên serdana Kurdistanê dikin gelek bi başî û mezinî behsa şikomendî û qehremaniya hêzên pêşmerge dikin û ev yek jî bo me cêyê serfiraziyê ye.

Serok Barzanî derbarê dastana Zawêteyê de yaku di roja 12ê meha 12an ya sala 1961an pêk hatiye got: Eger gelê me bikeve ber êrîşan vê demê ciwanên gelê me dikarin tankin Abramz jî ji nav bibin.

Serok Barzanî herwiha anî ziman ku vê hikûmeteke bihêz li Kurdistanê de bo xizmet kirina xelkê Kurdistanê were avakirin û em dixwazên ku aliyên din jî di hikûmetê de beşdar bin.

Serok Barzanî tekez li ser vê yekê jî kir ku di tevahiya astan de vê guhertinên gelek mezin werin kirin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.