Erbil 38°C Saturday 15 Nov 07:37

Hengariya: Hevkariyên me bo hêzên pêşmerge berdewam dibin

dibêje hevkariyên me bo pêşmerge berdewam dibin
کوردستان TV
100%

Îro şandeke leşkerî ya Hengariyayê bi Serokatiya Serokerkanê vê welatî Korom Ferenc serdana wezareta pêşmerge ya Kurdistanê kir û li gel rayedarên wezareta pêşmerge civiya.

Di civînê de behsa hemahengî û hevkariya navbera hêzên pêşmerge û Şêwirmend û perwerdekarên leşkerî yên Hengariyayê yên li Kurdistanê hate kirin û her du alî tekez li ser domandina hevkarî û hemahengiya han kirin.

Her di heman civînê de Korom Ferenc eşkere kir ku vê Hengariya bi mebesta domandina kar û xebatên xwe yên di warê perwerde kirina hêzên pêşmerge de, Şêwirmend û perwerdekarên xwe yên leşkerî zêdetir bike û hevkariyên xwe yên bo hêzên pêşmerge bidomîne.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.