Erbil 38°C Saturday 15 Nov 07:35

Walîtiya Amedê li 21 gund û gundikan derketina derve qedexe kiriye

operasiyon destpê kiriye ne diyare kengî bi dawî dibe
کوردستان TV
100%

Walîtiya amedê li 21 gund û gundikên girêdayî navçeyên Hênê, Farqînê û Licê derketina derve qedexe kiriye. Walîtîyê diyar kiriye operasyoneka leşkerî dê bê kirin.

Walîtiya amedê li 21 gund û gundikên girêdayî navçeyên Hênê, Farqînê û Licê derketina derve qedexe kiriye. Walîtiyê diyar kiriye operasyoneka leşkerî dê bê kirin.

Li gor daxuyaniya nivîskî ya li mapera walîtiyê cihên ku derketina derve lê qedexe ye ev in:

Gundên Liceyê(bi zimanê tirkî): Budak, Dallıca, Türeli, Tepe, Kabakaya, Kutlu û Oyuklu.

Gundên Hênê(bi zimanê tirkî): Çukurca, Akbulak, Demirli, Bayırköy, Düzce, Temren, Taşköprü, Güleç, İnkaya, Barın, Üçkuyu û İnan.

Gundên Farqînê(bi zimanê tirkî): Dolaplıdere û Dağcılar.

Walîtiya Amedê ji 16ê Tebaxa 2015ê heta niho 195 caran derketina derve qedexe kiriye. Li gor daneyên Komeleya Mafên Mirovan a Tirkiyeyê ji wê demê ve li ya kêm 11 bajar û 50 navçeyan ya kêm 332 caran derketina derve hatiye qedexekirin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.