Serok Barzanî bi minasebeta cejna rojî ya Êzî ya Kurdên Êzidî peyameke pîrozbayî pêşkêşî Kurdên Êzidî li Kurdistan û cîhanê kir.
Serok Barzanî di peyama xwe de nivîsandiye ku hêvî dikim ev cejna han bibe destpêka aştî, aramî û bextewerî bo tevahiya xuşik û birayên Êzidî li Kurdistan û cîhanê de ku di demên derbasbûyî de rastî karesatên mezin hatine û rizgar bûne.
Serok Barzanî herwiha nivîsandiye ku serfiraziye bo tevahiya me ku Kurdistanê welatê biratî û bihevre jiyanê ye û lazime bi hewla tevahiya aliyan ev biratî û bihevre jiyan were parastin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin