Hikûmet û çekdarên Hûsî li ser Hudeyde lihev kirin

rêkeftin li dor bajar û Bendera Hudeydeyê ye
کوردستان TV
100%

Di çarçoveya civînên navbera hikûmeta Yemenê û çekdarên Hûsî de yên ku bi çavdêriya Neteweyên Yekgirtî li Swêdê tên lidarxistin, hate zanîn ku di civîna îro de yaku Sekreterê NY jî têde beşdar bûye her du alî lihev kirine.

Li gor jêderên nûçeyan hikûmet û çekdarên Hûsî li ser bajarê Hudeyde û bendera Hudeyde lihev kirine.

Civîna îro yaku li bajarê Rimbo ya 77km dûrî Stockholma paytexte, dibe destpêkek bo berdewam kirina diyaloga navbera her du aliyan.

Beriya niha jî her du alî li ser azad kirina girtiyan lihev kiribû.

 

 

Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.