Endamê mekteb siyasiya partiya demokrata Kurdistanê Kemal Kerkûkî
Derbarê rewşa Kerkûkê de diyar kir ku rewşa vê bajarê di her warî de aloze û jiyana şêniyên vê bajarê di metirsiyê deye.
Kemal Kerkûkî herwiha eşkere kir ku lazime desthilata vê bajarê radestî komîteyeke medenî were kirin û lazime hêzên çekdar jî di nava bajêr de derbikevin.
Kemal Kerkûkî anî ziman ku hîn jî Dr. Nicmedîn Kerîm Parêzgarê qanûnî ya Kerkûkê ye û lazime heta hilbijartin tê kirin postê parêzgariya Kerkûkê radestî kesekî bêalî were kirin.
Kerkûkî tekezî li ser vê yekê kir ku ev naxwaze postê parêzgariya Kerkûkê ji Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê re were dayîn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin