Peyamnêrê Kurdistantvê yê li devera Sîdekanê diyar kir ku di çaroveya bordiman kirina deverên sînorî yên Kurdistanê ji aliyê artêşa Tirkiyeyê ve, îşev careke din balefirên şer yên Tirkiyeyê hin navçeyên ser bi devera Sîdekanê bordiman kirine.
Li gor zaniyariyên ku peyamnêrê Kurdistantvê gehandine me di bordimana îşev de Dola Serbapîr ya li geliya Lêtanî hatiy bordimankirin û ev bordimana han ti zirarên canî li pey nebûye lêbelê zirarên mezin yên madî gehandiye cêyê bordimanê.
Weke tê zanîn artêşa Tirkiyeyê bi awayekî rojane bi hinceta hebûna endamên pkkê deverên sinorî yên Kurdistanê bordiman dikin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin