Erbil 38°C Saturday 15 Nov 07:37

Antî terora Îraqê êrîşî ser navenda partiya komonîst ya Kurdistanê kir

hêzên Îraqî êrîşî ser ala Kurdistanê kirin
کوردستان TV
100%

Îro weke her sal raja alaya Kurdistanê ye û bi vê minasebetê li seraserê Kurdistanê çalakiyên curbicur hatin organîzekirin.

Her bi vê helkefta han îro li Kerkûkê partiya komonîsta Kurdistanê li taxa Rehîmawa ya Kerkûkê, alayeke mezin ya Kurdistanê li ser baregeha xwe bilind kir.

Piştî bilind kirina alaya Kurdistanê bi demeke kên, hêzên antî terorê yên Îraqê êrîşî ser baregeha partiya komonîs ya Kurdistanê kirin û alaya Kurdistanî anîn xwarê.

Partiya komonîsta Kurdistanê jî dilgiraniya xwe li hember vê yekê diyar kir û ragihand ku ev pêngava han binpê kirina qanûna bingehîn ya Îraqê ye jiber ku li gor qanûna bingehîn ya Îraqê  normale ku li gel alaya Îraqê alaya Kurdistanê jî were hildan.

Weke tê zanîn piştî xiyaneta 16ê Cotmehê tevahiya nirxên netewî yên Kurdan li Kerkûkê hatine qedexekirin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.