Birêveberatiya polîsê Silêmanî daxuyaniyek weşand û têde behsa vê yekê kir ku piştî kom kirina zaniyariyan li dor hebûna tîmeke çar kesî yaku bi navê nivîsandina nivişta û cadûyê, pere ji jin û keçan stendine û pişt re destdirêjiya cinsî li wan kirine, hêzên polîs bo girtina wan tawanbaran operasiyonek lidar xistin.
Li gor daxuyaniya birêveberatiya Polîsê Silêmanî di encama operasiyonê de ev her çar tawanbar hatine girtin û di lêpirsînên destpêkê de li tawanên xwe mokir hatine û diyar kirine ku ev jin û keç xapandine û bi hinceta ku dikarin nivişte ji wan re bikin daku bigehêjin merazên xwe, pere ji wan stendine û pişt re jî destdirêjiya cinsî li wan kirine.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin