Wezîrê Derve yê Almanyayê bi serdaneke fermî gihîşte Hewlêrê .
Wezîrê Derve yê Almanyayê, Heiko Maas li Balafirxaneya Navdewletiya Hewlêrê ji aliyê rayedarên Hikûmeta Kurdistanê ve hate pêşwazîkirin.
Biryar e, Wezîrê Derve yê Almanyayê li gel rayedarên Kurdistanê civîn û hevdîtinan pêk bîne.
Duhê jî wezîrê derve yê Hollendayê serdana Kurdistanê kiribû û li gel Serokwezîr û rayedarên din yên Kurdistanê civiya bû.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin