Piştî ku şanda wezareta pêşmerge bi mebesta beşdarî kirin di konferansek bi navê rêyek bo aştî li Kurdistanê de, serdana bajarê Hanover ya Almanyayê kiribû, îro şanda wezareta pêşmerge li Hanoverê hate xelatkirin.
Di konferansê de yaku du rojan dom kir, behsa rol û qehremaniya hêzên pêşmerge di şerê dijî DIŞIê de hate kirin û pêşmerge jî bi sembola serkeftinê di şerê dijî DIŞIê de hat pênasekirin.
Îro jî ku roja dawî ya konferansê bû, şanda wezareta pêşmerge ya Kurdistanê hate xelatkirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin