Ji ber barîna berfê rêya di navbera îdareya Raperîn û parêzgeha Hewlêrê de hat girtin.
Rêveberê çakkirin û parastina rêyan li Raperîn Bextyar Ehmed ji BasNewsê re ragehand ku, ji ber berdewamiya barîna berfê li navçeya Wertê hermû rêyên wê tên girtin.
Rêveberê çakkirin û parastina rêyan li Raperîn da zanîn ku, bo çareserkirina rêya wan bi rêya şaredariya Ranya pêwendî bi kompaniya Garêks a jîngeh parêz li Ranya kirine daku, rêyê pak bke û pirsgirêka şûfêran çareser bike.
Rêyên Ranya – Wertê- Rewandûz- Soran hin ji wan rêyê ku, di navbera îdareya Raperîn û parêzgeha Hewlêrê de ne û ji ber girtina wan rêyan şûfêr neçar dibin hatinûçûnê di hin rêyên din de bikin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin