Binyamîn Netanyahu: Erdogan komkujî dijî Kurdan pêk aniye

Netanyahu dibêje ne hedê Erdogane ji me re wane bêje
کوردستان TV
100%

Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu li ser pêgeha xwe ya li Twitterê êrîşî ser Serokkomarê Tirkiye Receb Teyyib Erdogan kiriye û nivîsandiye; Erdoganê ku Bakûrê Qibirêsê dagîr kiriye û welatiyên Kurd li ser asta navxwe ya Tirkiye û derveyî Tirkiyeyê komkuj kirine, niha hedê xwe derbas kiriye û dixwaze waneyê exlaqê ji Îsraîlê re bêje.

Herwiha peyvdarê AKPê Omer Çelîk jî bersifa Netanyahuyê daye û eşkere kiriye ku dilgiran bûna Îsraîlê li hember êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî PKKê gelek watedare.

 

Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.