Wezîra Dadê ya Îsraîlê Ayelet Şaked li ser biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump a vekişîna hêzên Amerîkî ji Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê daxuyanî dan.
Li gor nûçeyeke peyamakurd Xanim Şaked da xuyakirin, "Her çiqas Trump dibêje ez dostê herî baş ê Îsraîlê me jî ev pengav, ji bo Îsraîlê nebaş e. Erdogan bihêz dike ku ew bixwe neyarê cihûyan e. ”
Şakedê destnîşan kir ku Kurd qehremanên mezin in û ji ber îhtimala êrîşeke ser hêzên Kurdan şermezarî da.
Ayelet Şaked derbarê bandora ser Kurdan a vê biryarê wiha axivî: Kurd lehengên mezin in. Bi xêra wan welatên Rojavayî di şerê dijî DIŞIê de bi ser ketin. Ew hevpeymanên me ne û hêvîdarim di têkoşîna xwe ya dijî Tirkan de bi ser bikevin. Hêvîdarim civaka navdewletî nehêle Erdogan Kurdan qetil bike.”
Xanim Ayetel Şaked bi piştgiriya xwe ya xurt a bo Kurdan û Kurdistanê tê zanîn ku di pêvajoya referandûma serxwebûna Kurdistanê ya 25ê Îlona 2017an de jî piştgiriyeke xurt dabû.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin