Erbil 38°C Saturday 15 Nov 15:15

Pietro Parolin: Vatîkan berdewam dibe li ser hevkarî kirin û piştgîrî kirina Kurdistanê

Vatîkan berdewam dibe li ser piştgîrî kirina Kurdistanê
کوردستان TV
100%

Îro Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Serokwezîrê Vatîkanê Kardînal Pietro Parolin û şanda li gel kir.

Di destpêka civînê de Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî jiber cejna jidayikûna Hz Îsa Mesîh û sersala nû ya zaniyî pîrozbayiyên xwe pêşkêşî Kardînal Pietro Parolin kir û bi rêya vî jî silavên taybetî bo Qedaseta Papayê şand.

Di berdewamiya civînê de hevdem li gel giftûgo kirin li ser rewş û rola pêkhateyên olî û etnîkî, bicîh kirin û vehevandina penaberên mesîhî li Kurdistanî bilind  hate nirxandin.

Her di vê derbarê de Mesrûr Barzanî tekez li ser çanda bihevre jiyan û lêbûrînê ya gelê Kurdistanê kir û ragihand ku weke her tim mesîhî beşeke resen û serekî ya civaka Kurdistanê ne û bicîh kirin û vehevandina wan jî erkê mirovdostiya gelê me ye.

Mesrûr Barzanî di berdewamiya axaftinên xwe de hêviya vê yekê xwest ku bi hevkariya tevahiya aliyanj reşeke goncav were afirandin daku birayên mesîhî welat bicîh nehêlin û prosesa koç kirinê beruvajî be û bi asûdeyî û bextewerî vegerin ser mal û milkên xwe.

Di beşeke din ya civînê de Kardînal Pietro Parolin jî spasiya hikûmeta Vatîkanê gehande Kurdistanê û nizaya(doaya) vegeriyana aştî û aramî bo deverê kir.

Parolîn hevdem li gel pesindana hewlên Kurdistanê bo bicîhkirin û vehevandina awareyên Mesîhî hevdem tekez li ser vê yekê kir ku Vatîkan berdewam dibe li ser pêşkêşkirina hevkariyên zêdetir bo Kurdistanê.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.