Erbil 38°C Saturday 15 Nov 15:27

Di salekê de 262 welatî canê xwe ji dest dane

ev amara sala 2018an e
کوردستان TV
100%

Jiber bûyerên tirafîkê canê xwe ji dest dane.

Di vê derbarê de Rêveberiya polîsê tirafîka Hewlêrê ragihand, di salekê de 262 kes ji ber rûdanên tirafîkê canê xwe ji dest dane û bi sedan kes jî birîndar bûne.

Berdevkê polîsê tirafîka Hewlêrê Fazil Hacî, îro di civîneke rojnamevaniyê de ragihand, di sala 2018 de hezar û 348 rûdanên tirafîkê li parêzgaha Hewlêrê qewimîn.

Fazil Hacî da zanîn, di encama wan rûdanan de 262 kes mirin û hezar û 401 kes jî birîndar bûn.

Wî efserê tirafîkê ragihand, hejmara rûdanan li gorî par kêm bûye lê hejmara kesên ku di rûdanan de mirine, zêde bûye. Ji ber ku par 219 kes di rûdanên tirafîkê de miribûn.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.