Li Şingalê, beşek ji serokeşîrên Kurdên Êzidî û Ereb bi piştgiriya Heşda Şebî li hev civiyan û encûmeneke nû bo wê qezayê ragihandin. Berpirsekî ser bi Heşda Şebî ve li Şingalê jî dibêje, ew rê nadin Şingal vegere ser Kurdistanê.
Fehd Hamîd ku Heşda Şebî, wî weke qayimeqamê nû yê Şingalê didin naskirin, dibêje, êdî dawî li encûmena berê ya Şingalê hat û tekez dike: “Em rê nadin Şingal vegere ser Kurdistanê”.
Fehd Hamîd got: Em îro encûmena qezaya Şingalê ji bo çareserkirina kirîzan û bi awayekî demkî radigihînin û pîlanên parçekirin û giştpirsiya cudaxwaz tune bikin, ev jî di encama gelek civînên ligel eşîr û texên civakê de bû,
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin