Li gor jêderên nûçeyan ji Rojhilatê Kurdistanê, beriya çend rojan li deriya sînorî ya di navbera Başûr û Rojhilatê Kurdistanê de (deriyê Hac Omeranê) îtlaata Îranê du welatiyên Kurd yên Rojhilatê Kurdistanê binçav kiriye.
Li gor jêderan ev du welatiyên Kurd ku navên wan Şêrzad û Siyamend Şehseware, di dema vegerê ji Başûrê Kurdistanê bo Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê itlaatê ve hatine binçav kirin û bo girtîgeha navendî ya bajarê Urmiyeyê hatine veguhastin.
Îtlaata bi hinceta ku ev du ciwanên Kurd alîgirê partiyeke Kurdîne, ev du ciwanên Kurd binçav kiriye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin