Cîhadiyên terorîst vê carê jî dest bi dizîna zeytê kirin

cîhadiyên ser bi tirkiyeyê diziyên xwe didomînin
کوردستان TV
100%

Li Efrînê cîhadî zêdetir ji 1000 teneke zeytê zeytûnan dizîn.

Li gor jêderên taybetî ji Rojavayê Kurdistanê li Efrînê tîmeke cîhadiyên ser bi artêşa Tirkiyeyê bi zorê çek dikevin guvaşgeheke zeytê û 1500 tenekeyên zeytê û 2 milyon Lîreyên Sûrî û telefonên karkerên guvaşgehê didizin.

Jêderên han diyar kirin ku duhî tîmeke cîhadî ku ji 20 kesan pêk hatiye bi çek êrîşî ser guvaşgeha zeytûnan a Şêx Hesen ya li deşta Kitix û hemû karker bi amûreyên guvaşgehê ve girê dan û 1500 tenekeyên zeytê, 2 milyon Lîreyên Sûrî, telefonên karkerên guvaşgehê û kombiyoterekê dizîn.

Jêderên han diyar kirin ku  beşek ji tenekeyên zeytê yên hatine dizîn ber bi navçeya Şiyê ve hatin birin û beşeke din jî ber bi navçeya Raco ve hatin birin û di komgeheke li aliyê Raco de hatin danîn.

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.