Bi minasebeta hatina sersala nû Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyamek pêşkêşî Kurdistaniyan û cîhaniyan kir ku ev jî tekesta vê ye;
Bi minasebeta hatina sala nû gerimtirîn silav û pîrozbayiyên xwqe pêşkêşî tevahiya aliyan dikim û hêvî dikim sala nû bibe sedema xêr û xweşiyê bo gelê Kurdistanê û gelê Kurdistanê di sala nû de bikarêbe bi ser tevahiya tengezarî û astengiyan de zal bibe û armancên xwe bidest bixe, gelê Kurdistan di demên derbasbûyî de gelek zehmetî û êş û azar dîtiye û qurbaniyên gelek zêde jî daye bo dabîn kirina pêşerojeke geş û jiyaneke aştiyane.
Tevahiya destkeft û serkeftinên demên derbasbûyî bo gelê Kurdistanê xwe vedigerin jiber ku gel dayika tevahiya dahênan û serkeftinê bûye, bêgoman kemasî jî hene û ew jî beşek bûye ji karwana pêşkeftinê, jiber ku kemasî di demekê de derdikevin ku karwana jiyanê ber bi pêşkeftinê ve bimeşe, di nava jiyaneke rawestayî de kemasî xuya nakin.
Gelê Kurdistanê di sala 2018an de rastiyeke gelek girîng bo derve û navxwe eşkere kir û ew jî ewe ku pişta hêza xwe ya rastîn di her du hilbijartinên Îraq û Kurdistanê de ber neda û tekezî li ser vêyekê kir ku li gel Kurdistan û hikûmeteke bihêze û hikûmet û gelê Kurdistanê bihev re di nava yek eniyê dene û ew yek jî xeyalên neyaran pûç kir.
Gelê Kurdistanê îro nimûneyeke bihêz ya zindîtî ye li Rojhilata Navîn de, jiber ku Kurdistanê deverêke ku ti cure stemkariyeke siyasî, netewî û olî têde tuneye, her çend gelê Kurd bi giştî misilman û suneye lêbelê şîe, mesîhî, Êzidî, ehlî heq, zerdeştî û olên din di nava yeksaniyê de bihevre dijîn.
Her bi vê minasebeta han pîrozbayiyên xwe pêşkêşî tevahiya pêkhateyên olî û etnîkî yên li Kurdistanê dikim û pîrozbayî li tevahiya wan pêkhateyên etnîkî û olî dikim ku ji deverên din jiber zilimê reviyane û hawara xwe anîne Kurdistanê û Kurdistan bêyî ti cudatî mala hemûyane.
Silav bo berxwedana ciwan û xwendekar,jin, û tevahiya gelê Kurdistanê ku li benda derketina rojeke geştir û jiyaneke baştirin, pîrozbayiyên taybet pêşkêşî zarokên Kurdistanê dikim, silavên xwe pêşkêşî birayên xwe yên pêşmerge, hêzên ewlekarî û polîs dikim, silav li rihê paqêj yê şehîdan dikim ku temena xwe gorî welat kirin, silav li malbetên serfiraz yên şehîdan, sala bû pîroz be, silav bo dayik û bavên şehîdan û pêşkeftina Kurdistanê çavên wan rûnî dike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin