Li bajarê Xurmatû hin çekdarên nayên nasîn avêtin ser mala hemwelatiyek kurd û pare û zêr dizîn.
Çavkaniyek qaymeqamiya Xurmatû ragehand, şeva borî 31.12.2018ê demjimêr 12ê li taxa Komar a Xurmatû çend kesan avêtin ser maleke ku du jinên bi temen jiyan dikirin ên bi navên Fethiye Mihemed û Kelsûm Hemecan û 6 milyon dinar û gerdanlixeke zêr a wan dizîn û piştre revîn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin