Birêveberatiya polîsê daristanên Silêmanî (jîngehparêzî) daxuyaniyek weşand û têde diyar kir ku bi mebesta parastina daristan û jîngeha derdorê, operasiyonek li dijî koreyên çê kirina xelûzan (komor) li dar xistine.
Di berdewamiya daxuyaniya han de hatiye diyar kirin ku hêzên jîngeparêziya Silêmanî di operasiyona han de 30 koreyên çê kirina xelûzan têk dane.
Di beşeke din ya daxuyaniya birêveberatiya jîngeparêziya Silêmanî de behsa vê yekê hatiye kirin ku ev koreyên han bi awayekî derqanûnî hatine çêkirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin