Erbil 38°C Saturday 15 Nov 17:55

PDK: Lazime bo ava kirina hikûmetê lez were kirin

dibêje nabe dosyeya deverên dagîrkirî bibin mijara giftûgoya pêk anîna hikûmetê
کوردستان TV
100%

Serokê Fraksyona Partiya Demorkata Kurdistanê, Hêmin Hewramî di konferanseke rojnamevanî de tekezî li ser lezkirina di pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir û daxwaz kir, “dosyeya Kerkûkê û navçeyên veqetandî ji Kurdistanê tevlî gotûbêjên ji bo pêkanîna hikûmetê neyê kirin.”

Fraksyona Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) di parlamentoya Kurdistanê de îro li Hewlêrê konferanseke rojnamevanî pêk anî û têde daxwaz kir, ku di pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de lez bê kirin.

Serokê Fraksyona PDKê li parlamentoya Kurdistanê, Hêmin Hewramî di vê konferansa rojnamevanî de ragihand: “Niha Herêma Kurdistanê di qonaxeke giring û hestyar re derbas dibe. Herêma Kurdistanê li berdem mafên qonaxa piştî hilbijartinên 30ê Îlona 2018ê ye. Gelê Kurdistanê di hilbijartineke pak û bêxewş de biryara xwe daye, lewma em wiha dibînin ku divê lez were kirin di gotûbêjên jib o pêkanîna kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, daku saziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê dest bi karên xwe yên xizmetgihandinê û bihêzkirina Kurdistanê bikin, çimku îro  ku (02-01-2019) ye,  57 roj in ku bi ser sondxwarina parlamenterên gera pêncem a parlamentoya Kurdistanê re derbas bûye. Ji ber wê em daxwaz ji aliyên siyasî dikin, ku bi hestkirina bi berpirsatiya hevbeş û bêyî hincetgirtinan û bo xizmetguzariyên zêdetir ji bo xelkê Kurdistanê,  bihêzkirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê û çalakkirina dezgeha Serokatiya Herêma Kurdistanê, em ji bo danîna kabîneyeke bihêz lezê bikin.”

Hêmin Hewramî di beşeke din a axavtina xwe de tekezî li ser wê yekê kir, ku ew daxwaz ji Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) û Tevgera Goranê dikin, ku di gera nû ya danûstandinên ji bo pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de bi awayekê ciddîtir beşdar bibin û got: “Diviyabû hilbijartinên gera pêncem ên parlamentoya Kurdistanê di (06-11-2017) de bihatiba kirin, wate ev gera parlamentoyê  ji xwe salekê dema wê hatiye dirêjkirin, lewma em ji Fraksyona PDKê bi rihekî berpirsane, ne bi rihê hakim û mehkûm, bi awayekê yeksan daxwaz ji serkevtiyên duyem û sêyem dikin, di heftiya bê de gotûbêjên ciddîtir bêne kirin, çimku Partiya Demorkata Kurdistanê heta niha du gerên danûstandinan li gel birayên birêz ji YNKê û Goranê kirine, gera yekem di (17-11-2018) de û gera duyem jî di rojên 18 û 19ê heman mehê de bûye, lewam em hêvî dikin ku di heftiya bihê de em vê mizgîniyê bidin xelkê Kurdistanê û bi corekê dirêjî bi gotûbêjan neyê dan, ku bibe sedema lawazbûna baweriya xelkê bi saziyên herêmê.”

Derbarê dosyeya Kerkûkê û navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê û danûstandinên ji bo pêkanîna hikûmeta nû de, Serokê Fraksyona PDKê li parlamentoya Kurdistanê destnîşan kir:  “Em ne li gel wê yekê ne, ku dosye bêne tevlîhevkirin, em li gel wê ne ku pirsa Kerkûkê, pirsa navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêmê, tevî Xurmatû, Şingal û Xaneqînêbi awayekê jêhatî û berpirsane gotûbêj li ser bê kirin, daku rewşa wan navçeyan bê asayîkirin, lê belê tevlêkirina wan dosyeyan di gotûbêjan de yan jî rêkevtina yek alî, du alî û sê alî de, ne xizmeta çareserkirina pirsa Kerkûkê dike û ne jî xizmeta bilezkirina pêngavên ji bo pêkanîna hikûmetê dike, çimku em li berdem heqekî mezin in, ku heqê proseya çaksazîkirina bingehîn di pêkhate, rêveberî, heykel û şêwaza rêvebirina desthilatdariyê li Herêma Kurdistanê de ye, daku em destûreke modern bo Herêma Kurdistanê binivîsin.”

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.