Erbil 38°C Saturday 15 Nov 17:38

Li 31 herêmên Colemêrgê qedexe hat ragihandin

heta 19ê mehê berdewam dibe
کوردستان TV
100%

Li 31 deverên parêzgeha Colemêrg û navçeyên wê wekî “herêma ewlehiya taybet” hatin ragihandin.

Parêzgeha  Colemêrgê li navenda Colemêrg û navçeyên 31 herêman di bin navê “herêma ewlehiya taybet” de ji bo heyama 14 rojan ji çûn û hatinê re qedexe kir.

Li gor daxuyaniya parêzgeha Colemêrgê qedexe dê li 31 herêm navendê û navçeyên wê Çelê, Şemzînan û Geverê di navbera 4 û 19ê Çileya 2019an de pêk were.

Di daxuyaniyê de amaje bi wê yekê hatiye dayîn ku li deverên wekî “herêma ewlehiya taybet” hatine ragihandin çûn û hatina xelkê sivîl bo wan cihan qedexe ye.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.