Piştî biryara Amerîkayê ya bo vekêşana hêzên Amerîkî li Rojavayê Kurdistanê, û hevdem li gel gefên Tirkiyeyê yên bo êrîş kirine ser Rojavayê Kurdistanê, îro malpera debka ya ser bi îstîxbarata Îsraîlê nûçeyek di vê derbarê de weşand.
Ev nûçe piştî hevdîtina Serokwezîrê Îsraîlê li gel rayedarên Amerîkayê hatiye weşandin.
Li gor debkayê, Serokê Amerîkayê li gel Serokê Misirê Ebdulfetah Sîsî û welîehdê Îmaratê Muhammed bin Zaid el Nahyan giftûgo kiriye û Trump ev her du welat razî kirine daku hêzên xwe bo pêşî girtin ji her cure êrîş û gefan, bişînin Minbicê.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin