Erbil 38°C Saturday 15 Nov 17:41

Macron bo Putin: Lazime Kurd li Sûriyeyê werin parstin

bi rêya telefûnê li gel Putin axeviye
کوردستان TV
100%

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron û Serokê Rûsya Vladimir Putin bi rêya telefonê ser rewşa Sûriyê axifîn.

Qesra Elysee piştî axaftina her du aliyan ragihand ku Macron ji Putin re gotiye ku di têkoşîna dijî DIŞIê de divê bi taybetî berevaniya Kurdan were kirin’’

Li gor daxuyaniya Qesra Elysee, Macron ji Putin re gotiye ku li Sûriyê têkoşîna dijî DIŞI hîn bi dawî nebûye.

Serokê Amerîka Donald Trump do çarşemê dabû zanîn ku piştî vekişîna ji Sûrîyê jî ew dê li herêmê piştgirîya bo Kurdan bidomînin.

Koalîsyona bi pêşengiya Amerîka, li Sûrîyê di têkoşîna dijî DIŞIê de bi Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) re hevkariyê dike.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.