SOHR: Îdlibê herî kêm 30 kes hatine kuştin

şerê navbera wan duhê destpê kiribû
کوردستان TV
100%

Çavdêriya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku li herêma Îdlibê, ku li bakurê rojavayê Sûrîyê ye, di navbera rêxistinên serhilda de pevçûnên gur diqewimin.

Li gor SOHR’ê, pevçûnên di 24 demjimêrên dawî de di navbera Heyet Tahrîr Şam ya girêdayî El Qaydê û Tevgera Nuredîn Zengî ya bi piştgirîya Tirkiyê de pêk hatin.

SOHR’ê diyar kir ku di pevçûnan de ji Heyet Tahrîr Şam bi kêmî 14, ji Tevgera Nuredîn Zengî herî kêm 12 û dudu ji wan zarok pênc sivîl hatine kuştin.

Pevçûnên di navbera her du koman de ji roja Sêşemê vir ve didomin û her du alî hevdu bi destpêkirina cengê tawanbar dikin.

Voa

 

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.