Piştî agehdariyên ku hefteya derbasbûyî Amerîka pêşkêşî çekdarên heşda şebî û hêzên dije terora Îraqê kiribû, li dor vala kirina leşkergeha K1ya Kerkûkê, hate zanîn ku Amerîka yên xwe yên taybet li vê leşkergehê bicîh kiriye.
Di vê derbarê de Serokê lîsteya biratî ya civata parêzgeha Kerkûkê Şaxewan Ebdulah diyar kir ku demeke lêv û tevgerên hêzên leşkerî yên Amerîkayê li seraserê Îraqê bi taybetî li Kerkûkê zêde bûne.
Ebdulah diyar kir ku di çarçoveya wan lêv û tevgeran de jibilî şandina hêzeke zêde bo leşkergeha K1 ya li Kerkûkê, hevdem Amerîka hijmareke zêde alaw û amûrên leşkerî jî şandiye leşkergeha K1 li Kerkûkê.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin