Li gor çapemeniya Îsraîlê, duhê dema civîna navbera Serokwezîrê Îsraîlê û Şêwirmendê ewlekariya netewî ya Amerîkayê John Bolton de, Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu daxwazek pêşkêşî Amerîkayê kiriye.
Li gor nûçeya çapemeniya Îsraîlê, Binyamîn Netanyahu daxwaz ji Bolton kiriye daku zextê li Trump û rayedarên din yên Amerîkayê bike bo ku bi fermî desthilat dariya Îsraîlê ya li ser bilindahiyên Colanê qebûl bike.
Her di heman civînê de Netanyahu ji Bolton re gotiye, eger rewş xweş be ez dixwazim bihevre serdana Colanê bikin daku bi çavê xwe bibînî ka gelo çima hêzên Îsraîlê dev ji Colanê bernadin.
Ji aliyeke din ve hin jêderên dîplomatîkî jî diyar kirine ku Îsraîlê hevpeymanê herî serekî û nêz ya Amerîkayê ye lewre tê payîn ku Amerîka ev daxwaza Îsraîlê bipejrîne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin