Rêveberiya Xweser DIŞI yên Kazakhstanê radestî hikumeta welatê wan kirin

11 ji wan jinin
کوردستان TV
100%

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi amadebûna fermandarên QSD`ê, 5 çeteyên DIŞIê, 11 jin û 30 zarokên DIŞI ku ji aliyê QSD`ê ve hatibûn girtin û eslê wan ji Kazakhstanê ye, radestî hikumeta welatê wan kir.

Çavkaniyekî ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ajansa me re ragihand ku beriya niha bi mehekê, hevdîtin di navbera QSD`ê, Hêzên Têkoşîna li Dijî Terorê yên Kazakhstanê û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de çêbû. Di wê hevdîtinê de, biryar hate dayîn ku çeteyên DIŞIê yên li gel QSD`ê girtî û eslê xwe ji Kazakhstanê ne, wê radestî hikumeta Kazakhstanê  bikin. Her wiha di hevdîtinê de, çawaniya vegerandina wan li welatê wan û têkoşîna hevbar a li dijî terorê hate nîqaşkirin.

Li gorî heman çavkanî, 5`ê Çile 2019`an û bi alîkariya Amerîka, girtiyên DIŞIê bi awayekî  fermî  radestî hikumeta Kazakhstanê hate kirin.

Li gorî hevpeymana navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta Kazakhstanê de, 5 çeteyên DIŞIê tevî 11 jin û 30 zarokên DIŞI radestî hikumeta Kazakhstanê hatin kirin.

Anha

 

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.