Li gor daxuyaniya artêşa Îsraîlê, direniya şeva derbasbûyî balefirên şer yên artêşa Îsraîlê, çend êrîşên asmanî li dijî eniyên çekdarên Hemasê li Xezeyê pêk anîne.
Artêşa Îsraîlê li ser pêgeha xwe ya li Twitterê belav kiriye ku direniya şeva derbasbûyî çekdarên Hemasê çend rokêt avêtine sînorên Îsraîlê û jiber vê yekê jî balefirên şer yên Îsraîlê bersifa Hemasê dane û navendeke leşkerî ya Hemasê li Bakûrê Xezeyê bi tundî bordiman kirine.
Artêşa Îsraîlê derbarê zirar û ziyanên êrîşên han de ti zaniyariyek belav nekiriye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin