Îro danê sibê jiber bûyereke hatûçûyê li ser rêya Bêstane û Qoştepeyê sê welatî canê xwe ji dest dan.
Di vê derbarê de birêveberatiya hatûçûya Hewlêrê daxuyaniyek weşandiye û têde behsa vê yekê kiriye ku îro danê sibê jiber bilez ajotina tirimbîlê, ji aliyê ajovanê ve, tirimbîl ji kontrolê derketiye ku ketiye nava çalekê de.
Li gor daxuyaniya han di encama bûyera han de sê welatî canê xwe ji dest dane.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin