Sûriye: Em bi diyaloga li gel Kurdan re dilxweşin

dibêje derfeteke gelek baş li berdem Kurdan de heye
کوردستان TV
100%

Cîgirê wezîrê derve yê Sûriyeyê Feysel Mêqdad diyar kir ku hikûmeta Sûriyeyê bi diyaloga ku li gel Kurdan ya li hember destwerdanên Tirkiyeyê destpê kiriye gelek dilxweşe.

Mêqdad diyar kir ku hikûmeta Sûriyeyê bo pêşî girtin ji destwerdanên hikûmeta Tirkiyeyê di karûbarên Sûriyeyê û herwiha êrîşên Tirkiyeyê bo ser axa Sûriyeyê, dest bi prosesa diyalogê li gel hêz û aliyên Kurdî yên li Sûriyeyê kiriye û bi diyaloga han jî dilxweşe.

Mêqdad tekezî li ser vê yekê jî kiriye ku niha rewşa li Sûriyeyê bi awayekê ye ku derfeteke baş dide Kurdan daku li gel hikûmeta Sûriyeyê lihev bikin.

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.