Erbil 38°C Saturday 15 Nov 20:23

Serok Barzanî: Hertim piştîwanê gelê Kurdin li Sûriyeyê

Serok Barzanî li dor pêşeroja gelê Kurd şîret li şanda ENKS kir
کوردستان TV
100%

Serok Barzanî li gel şandeke Serkirdatiya ENKS civiya.

Îro Serok Barzanî li Pîrmamê pêşwaziya şandeke Serkirdatiya ENKS kir.

Di civînê de behsa rewşa siyasî û pêşhatên dawî  yên li Sûriyeyê, guhertina hevsengiyên meydanî yên li Sûriyeyê hate kirin û şanda mêwan bi awayekî kurt behsa rewşa Kurd li Sûriyeyê û dilgiraniyên xwe yên li hember pêşeroja Kurd li Sûriyeyê kir.

Di beşeke din ya civîna han de şanda mêwan spasiya xwe pêşkêşî Serok Barzanî kir ku hertim piştîwan û xemxorê gelê Kurd li Sûriye bûye û rêzdariya xwe jî li hember helwestên vê dawî yên Serok Barzanî yên derbarê çarenivîsa gelê Kurd li Sûriyeyê de diyar kir. Şanda mêwan herwiha daxwaz ji Serok Barzanî kir ku deng û mezlûmiyeta gelê Kurd li Sûriyeyê bigehîne navendên dîplomatîkî û navnetewî.

Her di heman civînê de Serok Barzanî derbarê çawetiya nizîkatî kirin li gel pêşhatên nû yên li Sûriyeyê û parastina gelê Kurd li Sûriyeyê de şîretên pêwîst pêşkêşî şanda ENKS kir.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.