Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo ku niha li Rojhilata Navîne diyar kir ku Amerîka li gel hevpeymanên xwe hewl bo vê yekê dide daku civîneke taybet bo giftûgo kirin li ser rewşa Îranê lidar bixe.
Pompeo, di hevpeyvîna xwe ya li gel Foxtv de, ku îro hate weşandin de, diyar kiriye ku civîn dê di meha were de li Polandê were lidarxistin. Pempeo eşkere kiriye ku civîn wê di 13 û 14’ê Şubatê de pêk were û ser îstiqrara ser Rojhilata Navîn û aştî, azadî û ewlehîya herêmî be û cîhekî taybet bo kêşeya Îranê hebe ku bandora wê ya neyênî were kîm kirin.”
Pompeo vê gavê gera xwe ya Rojhilata Navîn didomîne û ku piştgiriya Washingtonê ji hevalbendan re dubare bike û wan ser planên vekişîna ji Sûriyê agahdar bike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin