Erbil 38°C Saturday 15 Nov 22:44

Wezareta Pêşmerge: Me ti rêkeftin îmze nekiriye

dibêje ji bilî şerê dijî DIŞIê ti rêkeftineke din nehatiye îmzekirin
کوردستان TV
100%

Wezareta Pêşmergeyên Kurdistanê derbarê rewşa hêrêm Kurdistanê yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir.

Îro êvarî Emîndarê Giştî yê Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê Cebar Yawer, derbarê vegerîna Pêşmergeyan bo herêmên dereveyî îdareya Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir.

Caber Yawer di daxuyaniyê de wiha gotiye: Hinek nûçe liser navê me hatine belavkirin ku wê Pêşmerge vegerin navçeyên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê. Heta aniha di navbera Wezareta Bergiriya Federalî ya Iraqê û Wezareta Pêşmerge’de ti rêkeftin û civîn derbarê vê meseleyê de pêk nehatiye.”

Herweha Yawer amaje bi wê yekê jî kiriye ku bo vegera Pêşmerge ti biryareke fermî di navbera Wezareta Pêşmerge û Wezareta Berevaniya Iraqê de tuneye. Belkî bo jinavbirina terorîstên DIŞIê li Kerkûk, Diyalaî Mexmûr, Mûsil, Selehedîn operasyonên hevbeş di navbera hêzên Iraqî û Pêşmergeyên Kurdistanê bê encamdan û ew li benda wê yekê ne di navbera Wezareta Pêşmerge û Wezareta Berevaniya Iraqê de mekanîzmek pêk were û liser vê babetê civînên fermî çêbibin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.