Kêliyek beriya niha wezîrê derve yê Franseyê gehêşte Hewlêrê û ji aliyê rayedarên Kurdistanê ve hate pêşwazîkirin.
Wezîrê derve yê Franseyê Jean-Yves Le Drian piştî ku serdana xwe ya bo Îraqê bi dawî anî, serdana Kurdistanê kir û li balefirgeha navnetewî ya Hewlêrê ji aliyê Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û hijmareke din ji rayedarên Kurdistanê ve hate pêşwazîkirin.
Biryare piştî merasîma pêşwaziyê Jean-Yves Le Drian li gel Serok Barzanî, Serokwezîrê Kurdistanê û rayedarên din yên Kurdistanê bicive.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin