îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya Wezîrê Derve yê Franseyê Jean-Yves Le Drian û şandeke pê re kir.
Di civînê de Wezîrê Derveyê Franseyê kêfxweşiya xwe ji bo hevdîtina li gel Serok Barzanî diyar kir û balkêşande ser rewşa nû ya li Iraq û navçeyê, pêzanînên xwe ji bo qûrbanîdana gelê Kurdistanê di şerê dijî terorîstên DIŞIê diyar kir.
Le Drian herwiha behsa vê yekê jî kir ku bi navê pêkanîna aramî û derneketina terorê li Iraqê pêwîste rêz li pêkhatên dewleta Iraqê û bi taybetî rêz li Herêma Kurdistanê û pêgeh û bandorên wê bigirtin.
Wezîrê Derveyê Franseyê ragihand ku welatê wan piştevanê gelê Kurdistanê dimîne û hevkariya siyasî û leşkerî û peywendiyên çandî û aboriyên xwe yên li gel Kurdistanê pêş bixin û daxwaza wan eweye jî di prosesa avadankirina Iraqê de beşdar bibin.
Li hember de Serok Barzanî bi germî bi xêrhatina Wezîrê Derveyê Franseyê kir û spasî gel û Serok û Hikûmeta Franse û şexsê Wezîrê Derveyê Fransayê kir ku dost û piştevanê gelê Kurdistanê bûne û balkişand li ser serdana Serok Hollande ya Kurdistanê ku li demên teng da serdana Kurdistanê kir û wê yekê dûpat kir ku Fransa dostekî mezinê gelê Kurdistane. Di derbarê peywendiyên Herêma Kurdistan û Fransa Serok Barzanî ragihand ku xweşhale bi wan peywendiyan û hîç sînorek ji bo dostayetî û peywendiya di navbera gelê Kurdistanê û gelê Franseyê da tûne.
Peywendiyên Herêma Kurdistan û Bexda mijareke dinê vê hevdîtinê bû û her dû alî tekez li wê yekê kirin ku keşuhewayekî nû û bawerî û rewşeke erênî li peywendiyên di navbera Herêm û Bexda pêkhatiye û Serok Barzanî hêviya wê yekê xwest ku ew giriftên ku li navbera her dû aliyan de mane li rêya diyalog û hevdû têgihîştinê bêne çareser kirin. Her wiha balkişand li ser wê yekê ku raste DIŞIê di warê leşkerî de hatiye kêkşikandin lê belê pêwîste ew sedemên ku bûne hokara serhildana Da'îş nemînin, bo ku carekî din DIŞIê serîhilnede.
Di derbarê çarenivîsa gelê Kurd li Sûriye her dû alî dilgiraniya xwe nîşandan û wê yekê dûpat kirin ku pêşhat û gûhertinên li nav Sûriye nabê bibê sedema wê yekê ku gelê Kurd û welatiyên Kurd li Sûriye baca wê bidin. Di derbarê rewşa gelê Kurd li Sûriye û çareserkirina giriftan de Serok Barzanî nêrîn û pêşniyarên xwe ji bo Wezîrê Derveyê Franseyê diyar kir.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin