Erbil 38°C Saturday 15 Nov 22:42

Endamê Polîtburoya PDKê koça dawî kir

berê wezîrê karûbarê olî jî bûye
کوردستان TV
100%

Endamê polîtboruya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Wezîrê berê yê Ewqaf û Karûbarên Olî Mihemed Mela Qadir koça dawî kir.

Mihemed Mela Qadir di sala 1948an de tevlî refên PDKê bûye û di nav PDKê de gelek pile û post heta dawiya emrê xwe wergirtine. Herwiha di kongreya 12an a PDKê de jî bûbû endamê polîtboruya PDKê.

Di yekemîn û duyemîn kabîneya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de weke Wezîrê Ewqaf û Karûbarên Olî hatibû erkdarkirin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.