Li Minbicê hijmareke welatiyên medenî û leşker hatin kuştin

du leşkerên Amerîkî canê xwe ji dest dane
کوردستان TV
100%

Li gor jêderên nûçeyan li bajarê Minbicê yê teqînek bihêz pêk hatiye û di encama teqînê de hijmareke welatiyên medenî û kesên leşkerî bûne qurbanî.

Li gorî agahiyên destpêkê, di encama teqînê de herî kêm 9 sivîl canê xwe ji dest dane, şervanekî HSDê û 2 leşkerên  Amerîkî jî canê xwe ji dest dane û çend kes jî birîndar bûne.

Tê gotin ku ew teqîn, êrişeke xwekujî bûye ku li nav karwana hêzên hevpeyman û HSDê ya li ber deriyê xwaringeha Umra ya Minbicê qewimiye.

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.