Weke tê zanîn îro 20mîn salvegera damezrandina dezgeha me dezgeha setelayta Kurdistantvê ye.
Bi vê minasebetê îro hijmareke zêde ji rayedarên Kurdistanê û kesayetiyên curbicur yên Kurdistanê bo pîroz kirina vê minasebeta han serdana navenda serekî ya Kurdistantvê kirin.
Her di vê çarçoveyê de jî mekteb siyasiya partiya demokrata Kurdistanê peyameke pîrozbayî pêşkêşî tevahiya stafa Kurdistantvê kiriye û hevdem li gel pîroz kirina 20mîn salvegera damezrandina Kurdistantvê, kar û xebatên Kurdistantvê yên di warê mediyayî, wêje, gehandin, rewşenbîrî û siyasî de bi girîng wesif kiriye.
Mekteb siyasiya PDKê herwiha nivîsandiye ku Kurdistantvê di temena xebata xwe de roleke gelek zêde di warê pêşde birina civaka Kurdistanê de lîstiye û niha jî li ser vê esasê bi berçava ra derbas kirina rastgûyî û bawermendiyê berdewame.
Pdkê herwisa nivîsandiye ku Kurdistantvê hertim dengê azadîxwaz, pêşkeftinxwaz û rengê doza netewî ya gelê Kurdistanê bûye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin