Bi minasebeta 20mîn salvegera damezrandina Kurdistantvê Serok Barzanî peyameke pîrozbayî pêşkêşî tevahiya stafa Kurdistantvê kiriye ku ev jî tekesta vê ye;
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Bi bi minasebeta bîstemîn (20.) salvegera damezrandina Dezgeha Setelayta Kurdistanê pîrozbahiyên xwe pêşkêşî birêveber û kedkar û hemû karmendên Dezgeha Satalayta Kurdistanê dikim û hêviya serkeftinê ji bo wan dixwazim.
Damezrandina Dezgeha Setelayta Kurdistanê werçerxanek bû li ragihandina Kurdistanî de û roleke ber bi çav li belavkirina hişyariya neteweyî û çanda pêkvejiyanê û xizmetkirina doza rewaya gelê me da hebûye û bandora wê li nav medyaya Kurdî da diyare. Her wiha pabendî bingehên rastgoyî û hest bi berpirsiyarî û armancên bilindên gelê me bûye û berhem û destkeftên wê cihê şanaziyêye.
Di vê helkeftê de hêvîdarim Dezgeha Satalayta Kurdistanê bi sûdwergirtina li awa û amrazên serdemiyane û bi gurutîneke zêdetir berdewam bê li kûrkirina hişyariya neteweyî û çandiya aştî û pêkvejiyanê û parastina cûdahiyan û her wiha ew çaverêyî lê tê kirin ku bibê medyayekî çalaktir û karatir û li asta guhertin û pêşhatan bê û bi hêjatirîn awayî maf û daxwazên rewayên gelê Kurdistanê û dîrok û bihayên bilindên civaka Kurdistanê binasê û rê bi evîniya niştiman û hişyariya giştî ya li civakê bide.
Destxweşiyê li we dikim û pêzanînên min ji bo erk û keda we de heye.
Mesûd Barzanî
17.01.2019
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin