Duhê êwarê li devera Deşta Hêrtê, artêşa Tirkiyeyê ji aliyekê ve bi balefir û kopteran hin deverên ser bi Sîdekan topbaran kir û ji aliyêke din ve jî artêşa Tirkiyeyê êrîşî ser welatiyên medenî yên şêniyên vê deverê kir.
Li gor jêderên han duhê êwarê balefirên Tirkiyeyê çend deverên curbicur weke Çiyayê Dêlê, Şekîf, Leylikan û Xakûrk bordiman kirine.
Jêderên herêmî diyar kirin ku her duhê artêşa Tirkiyeyê jî li gundê Şêlka ya ser bi deşta Hêrtê êrîşî ser welatiyên medenî kirine.
Derbarê zirar û ziyanên êrîş û bordimanên han de ti zaniyariyek nehatiye belavkirin.

komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin