Îro 73 saliya komara Kurdistanê ya Mehabadê ye

beriya 73 salan di rojek weke îro de hatiye avakirin
کوردستان TV
100%

Komara Kurdistanê yan jî bi navê xwe yê din Komara Kurdistanê ya Mehabadê 22yê Çileya 1946an ji aliyê yekem Serokomarê Kurdistanê Qazî Mihemed ve li meydana Çarçira ya Mahabad a Rojhilatê Kurdistanê hat ragihandin.

Di sedsala 20an de, piştî hikûmeta Başûrê Kurdistanê ya ku Şex Mehmûd Berzencî li Silêmaniyê îlan kiribû, Komara Kurdistanê ya Mahabadê tecrubeya duyem a dewletbûna Kurdan bû.

Lê belê, hin welatan ji bo berjewendiyên xwe Komara Mehabadê feda kirin. Komara Kurdistanê ku 22ê Çileya sala 1946an bi alîkariya Yekîtiya Sovyetê, li Meydana Çarçira ya Mahabadê ji aliyê Qazî Mihemed ve hate îlankirin, 17ê Kanûna sala 1946an ango piştî 11 mehan, ji aliyê hêzên Rejîma Îranê ve bi piştgiriya Brîtanyayê hat hilweşandin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.