Di teqîna li Efrînê de 3 çeteyên Ehrar El-Şerqiye mirin

herî kêm 3 cîhadî hatine kuştin
کوردستان TV
100%

Îro saet di 08.15’an de li Efrînê, erebeyeke bombebarkirî li pêşiya navendeke çeteyên Ehrar El-Şerqiye hate teqandin. Di teqînê de 3 çeteyên Ehrar El-Şerqiye hatin kuştin.

Li gor nûçeyeke anhayê îro li Efrînê saet di 08:15`an de erebeyeke bombebarkirî li pêşiya yek ji navendên çeteyên Ehrar El-Şerqiye ku girêdayî artêşa Tirk a dagirker e, teqiya.

Nûçegihanên me ragihand ku di encama teqînê de 3 çeteyên Ehrar El-Şerqiye hatine kuştin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku çeteyên Ehrar El-Şerqiye piştî ku bajarê Efrînê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û  çeteyên wê ve hat dagirkirin, Navenda Çand û Hunerê ku îro li ber wê teqîn çêbû, veguherand baregehekê. Navend dikeve taxa Efrîna Nû ya navenda bajarê Efrînê.

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.