Fermandarê Giştî yê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Sîpan Hemo ji ajansa Reutersê re da zanîn ku ger li bakurê rojhilata Sûrîyê herêma ewle çêbe divê di bin çavdêrîya Neteweyên Yekbûyî (NY) de be.
Karbidestên Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) jî, ku YPG pêşengiya wê dike, dîyar dikin ku bi şertê ku li derveyî herêmê bisekine ew bi awayekî erênî li herêma ewle dinêrin.
Çêkirina herêma ewle, piştî ragihandina vekişandina hêzên Amerîka yên li Sûriyê, di navbera Serokê Amerîka Donald Trump û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan de hatibû axaftin.
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu dîyar kiribû ku ew danûstandinên bi Amerîka re didomînin, lê derbarê herêma ewle hîn tiştek zelal nebûye.
Hemo di axaftina xwe de da zanîn ku ew dixwazin ku bi Tirkiyê re peywendîyên baş çêkin, lê dewleta Tirk naxwze.
Wî bi berdewamî diyar kir ku ger Tirkiyê êrîşî herêma wan bike, ewê jî bersîvê bidin.
Voa
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin